Bajarokê Ebû Hesen: Mînakekî ku reseniya xwe diparêze

Bajarokê Ebû Hesen şahidiyek zindî ya mîrateya kevnar a axê û reseniya xelkê wê ye. Bi mêvanxaneyên mêvanan, adetên dawetan, bi xaniyên ji heriyê û bîranînên penaberî û vegerê, bîra civakê diparêze.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Li ser qeraxên Çemê Firatê bajarokê Ebû Hesen mîna perçeyek ji demê yê parastî ye, hê jî bi dîrokeke dirêj a şaristaniyê dilîze û tiştên ku bi salan nikaribûne jê bibin di bîra xwe de hiltîne. Ev bajarok ji ber milkên xwe yên stratejîk, çandî û çandiniyê ku wê kiriye xaçeriyek riyên bazirganiyê û navendek ji bo şaristaniyên li pey hev; weke yek ji bajarên herî girîng ên kantona Dêrazorê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin.

Di nava deverên herî berbiçav ên bajarokê Ebû Hesen de, girê Ebû Hesen ê arkeolojîk derdikeve pêş. Ne tenê weke komek axê, weke belgeyek dîrokî ya rawestiyayî ku beşên qehremanî, aîdiyet û jiyana civakî ya dewlemend vedibêje tê hesibandin. Girê Ebû Hesen çîroka bav û kalên ku jiyane û şer kirine ye. Ew sembolek e, Sûriye pê serbilind e û bîranîneke ku nayê jibîrkirin e.

'Cihê hevdîtinê ji bo riyên bazirganî û çandî ye'

Ji niştecihên bajarokê Ebû Hesen, Mecîda El-Hezûm der barê girîngî û mîrateya bajarokê ku heta niha jî xwe didomîne de ev tişt got: "Ew yek ji girîngtirîn bajarokên kantona Dêrazorê ye. Bi dîroka xwe ya kevnar, çanda xwe ya dewlemend û cihê xwe yê stratejîk li peravên Çemê Firatê tê nasîn. Ew di seranserê serdeman de bûye xaleke hevdîtinê ji bo riyên bazirganî û çandî. Her wiha bi girîngiya xwe ya çandiniyê û parastina mîrat û adetên resen ên ku wê ji bajarên din cuda dike, tê zanîn. Bajarokê Ebû Hesen ji demên kevnar ve bi mêvanperwerî û comerdiya xwe navdar e. Eslê me vedigere eşîra Ubeyd ku berê li Ramadî û Ebû Hesen di konen hirî de dijiyan, ew ji bo avê û çêrandina pez diçûn û dihatin. Piştre wan dest bi avakirina xaniyên ji heriyê kirin ku heta niha hene."

Ebû Hesen xwedî girîngiyek dîrokî ye di parastina mîratê de

Mecîda El-Hezûm bal kişand ser girîngiya dîrokî ya girê Ebû Hesen û wiha axivî: "Ev gir ji serdema sehabiyan ve tê zanîn. Bapîrê me yê ku navê bajarok li ser e, dema ku li dijî Fransiyan li ber xwe dide hatiye kuştin û li vir hatiye veşartin. Her wiha bajarok bi çandina hêl, fêkî, zeytûn, sêv û porteqalan jî navdar e û ew dîmenên xwezayî yên xweşik li ser Çemê Firatê nîşan didin. Xelkê bajêr mêvanperwer in, ew ji mêvanan hez dikin û rêzê li wan digrin. Têkiliya me bi deverên cîran re jî têkiliyek dîrokî û kevnar e. Ahenga dawetê sê rojan didome, bi rêûresmên şahiyê, govend û reqsa bilûrê ve tê tevlihevkirin. Jin cil û bergên kevneşopî li xwe dikin û di cejnan de nanê tenûrê dipêjin."

'Comerdî beşek mezin ji nasnameya me ye'

Macîde El-Hezûm tekez kir ku mêvanperwerî beşek ji nasnameya bajêr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ebû Hesen ji bo mêvan û bazirganên ji Iraq û Sûriyeyê rawestgehek sereke bû, xelkên herêmî ji bo pêşwazîkirin û rûmetdayîna wan pêşbazî dikirin. Divê tu mêvan birçî nemîne. Ev kevneşopiyên me ne û em ê nehêlin winda bibin. Min sê malên mêvanan ji bo pêşwazîkirina mirovan ava kirin û bi vê yekê serbilind bûm. Piştî ku em vegeriyan, her tişt ji nû ve hat çêkirin. Comerdî beşek girîng a nasnameya me ye. Jinên bajarok, berpirsyariya mêvanperweriyê digrin ser xwe. Em mîrateya xwe hêja dibînin û qedir didinê û em ê wê bêyî ku paşguh bikin, ji zarokên xwe re bihêlin."

Ew ceribandinek e di parastina nasnameyê de

Bajarokê Ebû Hesen bi mîrat, dîrok û xelkê xwe ne tenê cihekî arkeolojîk e; ew ceribandinek rastîn e di parastina nasnameyê, vejandina comerdî û veguhestina nirxan ji nifşekî bo nifşeke din. Ji ber vê berpirsyariya nifşên pêşerojê ne tenê bi belgekirin e,  peywira wan ew e ku bîranîna hê jî zindî ye, vejînin û biparêzin.